Roja Têkoşîna Femînîst a Navneteweyî
8ê Adar 2025
15:00 Marktplatz
Bi hev re li dijî faşîzmê berxwedan Jin-Jiyan-Azadî ye!
Bi salan e em çavdêriya bilindbûna hêzên rastgir ên li hundir û derveyî parlamentoyên li Almanya û li seranserê cîhanê dikin. Veguherîna ber bi hişmendiya rast, faşîzm, mîlîtarîzekirin û kapîtalîzm yekser bi antîfemînîzm, misojenî, transfobî û quirfobî, antîsemitizm, nijadperestî û cudakariya li hemberî kesên asteng ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê pêwîst e ku em hevûdu xurt bikin, bi hev re tevbigerin û bi hev re tekoşînê bimeşînin! Werin em di 8ê Adara 2025an de bi hev re dakevin kolanan: Li dijî faşîzmê – ji bo cîhanek bê femînîzîd, bê homofobî, bê şîdeta dewlet û kolonyal û bê nijadperestî!
Em bi guman in ku di salên pêş de dê jiyana jinan, mirovên quir û trans, kesên koçber û tên nijadîkirin li Elmanyayê xirabtir bibe. Ewê ji bo kesên ku li parastinê digerin cih neyê dayîn û ev kes dê bi darê zorê bikevin bêhiqûqiyê. Di heman demê de, vegotinên nijadperestî û zextên dewletê, parçebûna civakî girantir dike û mafê mirovan kêmtir dike. Em ji bo mafê mayîna her kesî têdikoşin da ku em hemû li vir bi awayekî ewle, bi rûmet û bi mafên wekhev bijîn!
Rabûna gerdûnî ya tevgerên populîst û otorîter ên rastgir mînakên zayenda baviksalarî û şîdeta li dijî FLINTA*yan girantir dike. Êrîşên li dijî jinan û qirkirina jinan zêde dibin. Welatên mîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê vedikişin, partiyên rastgir ên Ewropayê jî tedbîrên wê yên parastinê dikin mijara gumanê. Wêneyên zayendî yên kevneşopî cihêrengiya me, xweseriya me û hêza me ji me digirin. Li Almanyayê, betalkirina §218an di nêz de ye – û niha qanûnîkirina kurtajê careke din wek hêviyeke dûr dimîne.
Ev polîtîkayên antî-femînîst bi îstîsmara kapîtalîst re dest bi dest dimeşin: FLINTA* piranîya karên lênêrînê û xebata hilberînê ya bêpere – di nav malan de û di pîşeyên lênêrînê de – dimeşînin. Ev xebata nedîtbar civakan li ser lingan dihêle, lê di heman demê de polîtîkayên teserûfê yên neolîberal berjewendîyên civakî kêm dikin û bi taybetî FLINTA*yên koçber neçar dikin ku bikevin nav rastiyên jiyanê yên xeternak.
FLINTA* herî zêde ji desthilatdarên dîktator, terora îslamî, şer û avasaziyên berdewam ên kolonyalîzmê dikişînin. Kapîtalîzm, baviksalarî û mêtingeriya kolonyal bi hev ve girêdayî ne – ew FLINTA*yan wekî karker, wekî “koloniya dawîn” bêqîmet dikin, wan ji hêla siyasî ve bêmaf dihêlin û wan bi taybetî bi şîdet û xizaniyê mexdûr dikin. Ji ber vê yekê em li kêleka hemû têkoşînên rizgariyê – ji Îran, Afganîstan û Kurdistanê heta bi tevgerên rizgarîxwaz ên dij-kolonyal û femînîst ên li Başûrê Cîhanê, radiwestin.
Em bi hevre, bi piştgirî, dij-kolonyal û enternasyonalîst, li dijî van geşedanan tekoşînê dimeşînin! Em gelek in û em rê li ber siyaseta rastgir digirin! Em têkoşîna ji bo edalet, azadî û xwerêveberiyê didomînin! Di berxwedana femînîst a li dijî baviksalarî, kapîtalîzm û faşîzmê de bibin yek!
Ji bo jiyanek xweş û baş ji bo hemûyan!
Roja 8ê Adarê bi me re dakevin kolanan!
Meş ji hêla van rêxistinan ve tê lidarxistin: Frauenrat Sêvê e.V., Frauen Organisation 8. März (Iran- Afghanistan), Frau – Leben – Freiheit Bremen, Gemeinsam Kämpfen – Feministische Organisierung für Selbstbestimmung und Demokratische Autonomie, Junge Frauen Kommune, Stoppt Femi(ni)zide Bremen und dem Feministischen Streik Bremen.
FLINTA*: Têgehek ku di tekoşîna ji bo wekheviya zayendî ya li Elmanyayê de tê bikar anîn da ku cihêrengiyê diyar bike û qadên ewledar, tevhev biafirîne. Wateya kurtkirina FLINTA* ev e: jin (Frauen), lezbiyen (Lesben), kesên interseks (Inter*Personen), kesên neduzayendî (Non-Binary*Personen), transgender (Trans*Personen) û kesên bê zayend (Agender*Personen) dihewîne. Stêrka (*) li dawiyê tê zêdekirin da ku formên din ên cihêrengiya (zayend) ku di kurtenivîsê de nebinavkirî ne, bihewîne. Ev kurtasî mêrên cis yên heteroseksuel, gay, an bîseksuel nagire nav xwe.